Jimara kesên ku aşiya Kovîd-19ê bûn ji 2 milyonî derbas bû

Jimara kesên ku aşiya Kovîd-19ê bûn ji 2 milyonî derbas bû

Di çarçoveya têkoşîna vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da 19 roj in ku bi aşiya CoronaVacê li tevahiya welêt aşîkirinê dest pê kiriye û heta niha jimara kesên ku hatin aşîkirin, bi tevahî ji 2 milyonî derbas bû.

Di çarçoveya "Stratejiya Sepandina Neteweyî ya Aşiya Kovîd-19ê" da aşîkirina xebatkarên tenduristiyê di 14ê rêbendanê da dest pê kir û aşîkirin berdewam e.

Aşiya CoronaVacê di 30ê berfanbarê da hat Tirkiyeyê û di partiya ewil da 3 milyon doz hebû û di depokirin, belakirin û kirina aşiyê da pirsgirêk derneket.

19 roj in ku bi aşiya CoronaVacê li tevahiya welêt aşîkirinê dest pê kiriye û heta saet 10.00ê bi tevahî ji 2 milyon û 3 hezar û 325 kes hatin aşîkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE