Jin bi destê xwe nîskan jê dikin

Nîska ku ji ber hişkahiyê ji xwe neda û makîne nikare bidûrû bi destû jinan tê berhevkirin û çînin. 

Jin bi destê xwe nîskan jê dikin

 Li Rihaya ku germahiya hewayê gihaşt 40 pileyê jinên karkerên çandiniyê nîskên ji ber hişkahiyê ji xwe nedane û gir nebûne lewra makîne nikare bidûrû bi destê xwe diçînin. 

Li bajêr ji ber ku di mehên sibat, adar û nîsanê da şilî bi rêk û pêk nebarîn li hin derên ku çandiniya bêav tê kirin zad hûrik ma. 

Nîska ku ji ber hişkahiyê ji xwe neda û makîne nikare bidûrû bi destû jinan tê berhevkirin û çînin. 

 "Em heta êvarê bin tavê ne"

Fatma Demira ku li Taxa Beyazkuyuyê ya navçeya Karakopruya navend di behrevkirina nîskan da dixebite ji nûçegihanê AAyê ra got ku ji bo debrê sibehê zû têne zeviyê. 

Demirê got ku şert û mercên jiyanê dijwar in û wiha axivî: "Em bi hevalan ra her roj sibehê saet 7an da têne vir. Êvarê saet 6an da dev ji kar berdidin. Ji ber ku traktor nikare nîska li zeviyê bidûrû em bi destê xwe diçînin. Em sibehê heta êvarê bin tavê dexieibitin. Germahî karê me zehmettir dike. Em piştî xebata li zeviyê diçin malê û zarokên xwe xwedî dikin. Rojane 100 lireyê qezenc dikin. Qezanca xwe jî ji bo mala xwe xerc dikin."

"Jin ya ku mêr nikarin bikin dikin"

Hilberîner Îbrahîm Ovali jî got ku li herêmên ku lê derfetên avdaniyê tunin zadan ji xwe nedan û got ku jin mecbûr dimînin ku bi destê xwe berhemên ku makîne nikare bidûrû biçînin. 

Ovali wiha axivî: 

"Jin ya ku mêr nikarin bikin dikin. Jin sibehê saet 7an da destpê dikin û heta êvarê saet 6an dixebitin. heta çend roj berê hewa hênik bê. Par jî van çaxan evqas germ tunebû. Germahî xebata mirovan jî dijwartir dike."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE