Jin û zarok jî di nav da 44 koçber hatin xelaskirin

44 koçberên bêdestûr ên ku li Grava Yumurtayê ya li Behra Egeyê mehsûr mabûn bi temamî ji aliyê Fermandariya Asayîşa Qeraxan va hatin xelaskirin û anîn Ayvalikê

Jin û zarok jî di nav da 44 koçber hatin xelaskirin

44 koçberên bêdestûr ên ku li Grava Yumurtayê ya li Behra Egeyê mehsûr mabûn bi temamî ji aliyê Fermandariya Asayîşa Qeraxan va hatin xelaskirin. 

Li gor agahiya ku hat hildan, koçberekî bêdestûr serê sibehê li xeta êxbarê ya Alo 158ê geriya û got ku ew dora 40 kesî li gravekê mehsûr mane û alîkarî xwest.

Fermandariya Asayîşa Qeraxan tesbît kir ku koçber li Bakurê Egeyê perava Ayvalika navçeya Balikesirê li Grava Yumurtayê mehsûr mane û fermandariyê bi 2 firoke û botekê va dest bi xelaskirina koçberan kir.

Hêzên asayîşa qerax 44 kesên ku di nav da jin û zarok jî hene, xelas kirin û birin Lîmana Ayvalikê.

Li herêmê fealiyeta lêgerîn û xelaskirinê kuta bû.

AA

Dîroka nûkirinê: 19 Mijdar 2018, 11:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE