Asli Îmreya 60 salî tirkî hîn bû û niha jî hewl dide xwendin û nivîsandinê hîn bibe. mamosteya wê jî neviya wê ya biçûk Zeynep e.
Di nav tuneyiyê de 9 zarok mezin kirin û hemû niha xwediyê karekî ne.
Ji zarokên wê 3 bûn dixtor, 4 bûn mamoste, yek bû endezyar yek jî bû hemşîre.
Biçûkê malê jî diçe lîseyê.
Asli Îmre bi salan ji bo mal a xwe û zarokên xwe xebitiye.
Lê niha ji bo xwe hewl dide.
Asli Xanima jêhatî ewilî Tirkî hîn bûye niha jî ji neviya xwe Zeynebê dersên xwendin û nivîsandinê digire.
Zarokên wê jî dixwazin diya wan êdî rihet bike ji bona xwe tiştekî bike.
Kurê wan ê dixtor Gûrkan Îmre wêne û çîroka diya xwe li ser twîtterê parve kiriye.
Parvekirina wî di nav çend seatan de ji aliyê bi hezaran kesî hatiye ecibandin.