Li Adanayê jinek ji ber aciziyeke xwe çû nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê biryar hat dayîn ku testa wê ya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) were kirin, lê jinik li ser biryarê revî. Polêsan jinik girt û ekîbên tenduristiyê cardin ew birin nexweşxaneyê.
Li gor agahiya ku hat hildan, jinika ku nexweşiyeke wê hebû bi eqrebayê xwe ra hat Nexweşxaneya Bajêr a Perwerde û Lêkolînê ya Adanayê.
Li nexweşxaneyê biryar hat dayîn ku testa Kovîd-19ê were kirin, lê jinik bi eqrebayê xwe ra derket, li wesayîta ku pê hatin va revîn.
Li ser êxbara xebatkarên nexweşxaneyê polêsan li çend deverên bajêr tevdîr hilda û wesayîta ku jinik tê da ye li çaryana Bûlwara Şehîtler û Bûlwara Adnan Kahvecî da sekinandin.
Polêsan maske da ber dev û bêfila xwe û lepik kirin destê xwe û nehiştin ku jinik û eqrabayê wê ji wesayîtê peya bibin û cab dane ekîbên tenduristiyê.
Ekîbên tenduristiyê bi cil û bergên taybet û ekîpmanên parêzkar va hatin û jinik bi ambulansê birin nexweşxaneyê.
AA