Rabîa Tanriverdiya 38 salî ya li Mûşê dijî 8 sal e li mala xwe hema bêje 20 pişîkan xwedî dike.
Tanriverdiya li Taxa Minareyê dijî li heywanên kûçeyan xweyî derdikeve û bi her tiştên wan ra eleqedar dibe.
Tanriverdî heywanan xweyî dike û kesên li der û dorê ji bo vê wê teqdîr dikin.
Tanriverdiya aliyekî mala xwe ji bo heywanên kûçeyan veqetand diyar kir ku şeveqê zû radibe heywanan têr dike û di rojê da 3 caran xwarinê dide wan.
Tanriverdiyê wiha got: "Min Hezretî Pêxember ji xwe ra mînak hilda û li pişîkan xweyî derketim û ji wan hez dikim. 3 salan xebitîm û min ji tu kesî alîkarî nestand û heywanên xwe xweyî kir. Lêbelê ji ber nexweşiya bavê xwe ji kar derketim. Ligel vê hê jî heywanan xweyî dikim. Lêbelê ji bo mamayê piştgirî lazim e."
AA