Jinên Diyarbekirî bi saya perwerdehiya ku hildan va wê ji şîrê gamêşan penêrê mozzarellayê yê Îtalyayê ku bi nav û deng e, çêkin.
Bi pêşîkêşiya Navenda Perwerdehî û Lêkolînên Çandinî ya Navneteweyî ya GAPê (UTAEM) û hevkariya Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Bajêr, Midûriyeta Navenda Perwerdehiya Gel a Yenîşehirê, Yekîtiya Xwediyên Gamêşan a Diyarbekirê û Fakulteya Veterînerê ya Zanîngeha Dîcleyê va bi navê "Jinên Li Gundewarê Penêrê Mozzarellayê Çêdikin" kirin, rewacê.
Bi projeyê va tê xwestin ku bila xwediyên gamêşan ji şîrê wan îstifade bikin û bibin xwedî marqeya xwe.
Di çarçoveya projeyê da 48 jin û qîzên emrê wan di navbera 18 û 45an da bûn him ji hêla teorîk û him jî ji hêla pratîk va hatin perwerdekirin.
Di encama perwerdehiyê da penêrê ku bê çêkirin wê bi marqeya "Mandarella"yê va û bi navbeynkariya kooperatîfê va bê firotin.
Midûrê UTAEM GAPê Mehdî Sumerlî got ku di çarçoveya projeyê da navçeyên Bismil, Silîvan û Yenîşehirê hene û kesên beşdarî qursa çêkirina penêr bûn him sertîfîkayên xwe hildan û him jî cihê ku wê tê da penêr çêkin hildan.
Sumerlî got: "Li Diyarbekirê hejmara gamêşan gelek e û armanca me ya sereke ewe ku em penêrê em çêkin di bin kooperatîfê da bi marqeya xwe bifiroşin."
Ji jinên hînî çêkirina penêrê mozzarellayê bûn Ayten Katar, Hatîce Bakar û Bîrgul Bakarê jî gotin ku ew ji xwe bawer in û ji perwerdehiya hildan wê îstifade bikin û penêrê mozzarellayê çêkin. Wan ji kesên di vê xebatê da xwedî kedin ra jî spas kirin.AA