Jinên ji 81 bajarî hatin Şirnexê piştgirî dan malbatên mexdûrê terorê

Jinên ji 81 bajarî hatin Şirnexê piştgirî dan malbatên mexdûrê terorê

Li Şirnexê jinên di çaçoveya projeya "81 Bajar Li Şehrê Nuh Kom Dibe" da hatin ba hev ji bo piştgiriyê bidin malbatên mexdûrê terorê meşiyan.

Komek jin bi projeya Komeleya Ciwanên Têdigihîjin a Wezareta Karên Navxweyî piştgiriyê dide va li Şirnexê hatin ba hev.

Jinan ji bo piştgiriyê bidin malbatên mexdûrê terorê pankarta li ser "81 Bajar 81 Dil Piştgiriyê Didin Dayikên Şirnexê" hatibû nivîsandin dan destê xwe û dest bi meşê kirin.

Jinan bi alayên Tirkiyeyê va dirûşmeyên dijî rêxistinê gotin, hetanî pêşiya avahiya şaredariyê hatin û li vê derê Sirûda Ciwaniyê û Sirûda Neteweyî Xwendin.

Hatîce Atana Seroka Komeleyê li ser navê jinan daxuyanî da û diyar kir ku ji bo piştgiriyê bibin dayikên ku rêxistina terorê zarên wan revandine çiyê jinên ji 81 bajarî hatine meşiyan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE