Jinên Şanliurfayê îsotê bi metodên zanistî diçînin

Bi xêra projeyê jinên ku rewşa wan ya aboriyê ne baş e debara malên xwe dikin.

Jinên Şanliurfayê îsotê bi metodên zanistî diçînin

 Jinên Şanliurfaîsotê bi metodên zanistî di bin kontrola akademisyenên dildar da diçînin. 

Proje ji hêla Îdareya Pêşketinê ya Herêma GAPê va tê meşandin. Midûriyeta Dezgeha Kar a Tirkiyeyê (ÎŞKUR) ya Bajêr û Zanîngeha Haranê jî piştgiriyê didin projeyê. 

Bi xêra projeyê jinên ku rewşa wan ya aboriyê ne baş e debara malên xwe dikin.

Îsotên ku ji hêla jinan va tên çandin ewil li laboratuvarên Zanîngeha Haranê tên kontrolkirin û piştra li piyasayê tên firotin.

Kordînatorê projeyê û Serokê Beşa Cografyayê ya Zanîngeha Haranê Prof. Dr. Sedat Benek daxuyanî da nûçegihanê AAyê got îsot ji îmaja bajêr nirxekî gelekî girîng e û wiha axivî:

"Me di çarçoveya projeyê da heta niha qasî 10 tonan îsot çand. Em dixwazin vê îsotê hem bişînin piyaseya hundir û hem jî piyaseya derva. Me ji bo çandina îsotê dersên teorîk û pratîk dan jinan. Niha di çarçoveya projeyê da 30 jin dixebitin. Me ji bo firotinê malperek jî ava kir. Emê li ji ser înternetê bazirganiyê jî bikin. Em ji vir şûn da bi metodên zanîstî û teknolik îsotê biçînin. Gelek profesor jî piştgiriyê didin me."

Ji jinan Emîne Yilmazê got ku ew 5 sal e di vê projeyê da ye û wiha axivî: "Min berê li mal jî îsot çêdikir. Lebêlê li vir paqijtir em çêdikin. Dema malê çêdikir serê me vekirî bû. Li vir em bone û galoşan li xwe dikin û destgorkan bi kar tînin. Em li vir hînî dezenfekteyê bûn. Ev jî wê kalîteya îsota me zêde bike."

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Mijdar 2019, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE