Li Ercişa Vanê xebatkarên şaredariyê tevlî kampanyaya veguherîna bermayiyan bûn. Ji malzemeyên kêrnehatî berhem û malzemeyên ku bi kêrî xizmeta gel tên, çêdikin.
Kampanyaya veguherîna bermayiyan a Projeya Sifir Bermayî dewam dike.
Xebatkarên Şaredariya Ercişê jî beşdarî vê projeyê bûn.
Rayedaran cih û derfet da kedkaran, wan jî dest bi huner û zinaeta xwe kir.
Xebatkaran li bajêr çiqas hesin, teker, warîl û bermayiyên ku bi kêr nayên hebûn, kom kirin.
Ev bermayî jinûve veguherandin malzemeyên park û baxçeyan.
Karkeran ji bermayiyan, 23 qutiyên veguherînê, 300 heb bankên rûniştinê, gelek hêlekan û guldank çêkirin.
Berhemên wan niha li çar aliyên bajêr ji bo xizmeta gel tên bikaranîn .