Jiyan cardin normalîze dibe

Tevdîr hatin sistkirin, kafe û restorant dîsa vebûn

Jiyan cardin normalîze dibe

Piştî tevdîrên xurt li gelek bajaran rîska şewbê kêm bû. Bi kêmbûna rîskê jî li bajarên ku rîsk ne zêde ye qedexe û tevdîr hatin sistkirin. Li herêmê jî jiyan hêdî hêdî tê ser hemdê xwe. Li gelek deverên herêmê loqente û restorantên girtî dest bi xebatê kirin.

Bi kêmbûna rîska koronavîrûsê jiyan hêdî hêdî tê ser hemdê xwe.

Piştî li gelek bajaran rêjeya belavbûna şewbê daket jiyan jî normalîze dibe.

Biryar hat dayîn ku li bajarên kêmrîsk perwerdeya rûbirû dest pê bike, loqente û restoran dest bi xizmetê bikin.

Ji wan bajaran yek jî Mûş e, Mûş di kategoriya şîn de ye û li bajêr tevdîr û qedexe hatin sistkirin.

Esnafan dikan û loqenteyên xwe vekirin, welatiyan jî piştî demeke dirêj dîsa berê xwe da kebabfiroşan.

Li Hakkariyê jî rewş baş e. Hakkari li gorî lîsteyê di nav bajarên herî ewle de di rêza duduyan de ye.

Esnaf û welatiyên Hakkariyî ji halê xwe kêfxweş in.

Li Gazinantepê jî qedexe û tevdîr hatin sistkirin, miletî berê xwe da loqenteyan.

Li bajarê dîrokî loqente, restoran û kafe tijî muşterî bûn.

Li Midyatê jî rewş baş e, li cih û warên dîrokî esnafan pêşî paqijiya dikanên xwe kir, dû re dikanên xwe vekirin.

Esnafan haziriya xwe kir û cardin xwarinên ji hev xweştir çêkirin.

Di demeke kurt de welatiyan berê xwe da restoranan û tijî kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE