Jiyan tê ser hemdê xwe

Park û cihên mesîreyê 1ê Hezîranê vedibin...

Jiyan tê ser hemdê xwe

Park, baxçe, qadên geşt û seyranê jî ji 1ê hezîranê pê ve ji nû vedibin. Lê belê çêkirina kebab û xwarinên komî qedexe ye. Ka em binêrin li van deran tevdîrên çawa tên girtin.

Ji ber şewba vîrûsa koronayê her tişt guherî.

Di her warî de edî jiyaneke bikontrol dest pê kir. Lê belê li hemberî koronayê sê tiştên girîng hene.

Nexweşî bi tevahî neqede jî, jiyan ber bi normalîzebûnê ve diçe. Qedexe û sînordarkirin yek bi yek tên sivikkirin.

Bi giştînameya Wezareta Karên Navxweyî; park, baxçe, cihên mesîreyê û plaj wê ji 1ê hezîranê pê ve ji nû ve vebin.

Li Diyarbekirê jî park û baxçe hatin paqijkirin û dezenfektekirin. Lê divê gel qaîdeyên xwe yên berê biguherîne. Park li gor tevdîrên şewba koronayê hatin tekûzkirin. Ekîbên şaredariyê û yên ewlekariyê ji bo tenduristiya gel dixebitin.

Hemwelatî jî ji bo jiyana nû hazir in, bi hişyariya pisporan; gel bi tevdîran xwe muhafeze dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE