Jiyana meymûnên avê yên li Iğdırê li TRTyê dibe belgefîlm

TRT belgefîlma meymûnên avê yên ku li aliyê Iğdırê yê Parka Neteweyî yê Çiyayê Agiriyê dijîn û welatê wan Amerîkaya Başûr e amade dike

Jiyana meymûnên avê yên li Iğdırê li TRTyê dibe belgefîlm

 Jiyana meymûnên avê yên ku wekî "mişkên esrarengiz" tên zanîn û li Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê dijîn dibe belgefîlm.

TRT dê belgefîlma meymûnên avê yên ku li aliyê Iğdırê yê Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê dijîn çêbike.

Meymûnên avê yên ku bi piştgiriya Komeleya Kozeydogayê dest bi kişandina wan kirin û di nav gel da wekî "mişkên esrarengiz" tên binavkirin bala turîstên tên herêmê jî dikşîne.

TRT û ekîba Kuzeydogaya ku ji bo belgefîlma meymûnên avê hatin parka neteweyî ji xwarinê heta jiyana rojane dîmenên gelek tevgerên meymûnên avê yên ku li parkê dijîn dikşînin.

Serokê Komeleya Kuzeydogayê û Hîndekarê Zanîngehên Koç û DYA Utahê Prof. Dr. Çagan Şekercîoglu pêşkêşvaniya belgefîlmê dike û di belgefîlmê da ji dîroka meymûnên avê ya li herêmê bigire heta awayê jiyana wan li ser gelek mijaran disekinin.

Prof. Dr. Çagan Şekercioglu got ku bi ekîba kêşana Belgeflîman a TRTyê ra hatin Iğdırê û der barê meymûnên avê da belgefîlmekê dikêşin.

Şekercîoglu got ku meymûnên avê yên ku wekî "koypu" jî tên zanîn ya rast cisneke dagirker e û wiha axivî: "Ev heywan aidê vê erdnîgariyê, vê ekosîstemê nîne. Ev cins li çêwligên kurkê yên li welatên cînar tên xwedîkirin, ji ber ku ji çêwligan reviyan û berdan xwezayê zêde bûn û belav bûn, em difikirin ku bi vî awayî hatine welatê me."

Şekercîoglu destnîşan kir ku meymûnên avê tenê li bajarên cîranê Yekîtiya Sovyetan a berê tên dîtin û ev gotin: 

"Meymûnên avê li Tirkiyeyê li Edirne û çend bajarên Trakyayê û li Îdira sînorê Ermenistanê tê dîtin. Texmîna me ew e ku meymûnên avê yên li vir ji çêwligên kurkê yên li Ermenistanê reviyane û belavî Hewzeya Çemê Arasê bûne û hatine bajarê Iğdırê ."

 "Li Amerîka û Ewropayê belavî gelek welatan bûn"

Şekercîoglu got "mişkên esrarengiz" bi qasî ku balkêş in heke neyên kontrolkirin dikarin zirarê bidin jî û wiha axivî: 

"Meymûnên avê her çiqas balkêş bin jî cisnekî wisa ye ku li gelek deverên dinyayê zirarê didin qadên avî, cihê wan ê tebiî Amerîkaya Başûr e. Meymûnên avê cisneke tropîk û nîv tropîk e. Li Amerîka û Ewropayê belavî gelek welatan bû. Nebat û zilikên cihên avî dixwin. Nebatên cihên avî yên ku li serê nebat hene dixwe û dibe sedem ku av tenê bimîne. Li bajarê Iğdırê jî jimara wan hêdî hêdî zêde dibe, belav dibin û li gor berê gelek hêsantir tên dîtin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE