Jiyana Sehabeyê Kurd “Caban el Kurdî” bû pirtûk

Kitêba Dr. Deham Îbrahîm Hesinî eleqeyeke mezin dibîne

Pirtûka lêkolînê ya li ser sehabeyê Kurd Caban el Kurdî û kurê wî Meymûn bin Caban du meh berê hat çapkirin. Di pirtûkê de jiyana Kurdan, têkiliyên Kurd û Ereban, hedîsên Hz. Muhammed yên ku sehabiyê Kurdî rîwayet kirine cih digrin. Nivîskarê pirtûkê Dr. Deham Îbrahîm Hesinî li Dihokê dijî. Pirtûka ku heta niha ji xeynî Kurdî, bi zimanên Tirkî û Erebî jî hatiye çapkirin eleqeyeke mezin dibîne.

Di civata Pêxember (s.a.s) de rûnişt…

Piştî vegeriya welêt ji bo belavkirina Islamê hewl da.

Pirtûka lêkolînê ya li ser sehabe Caban El Kurdî hat çapkirin.

Di berhema girîng de hedîsên Hz. Muhammed ên rîwayet kiriye hene.

Heta niha derheqê sahabeyê Kurd de lêkolîneke bi vî şeklî nehatibû kirin.

Derbarê sehabe Caban el-Kurdî û kurê wî Meymun el-Kurdî de agahiyên berfireh hene.

Kurdan çawa îslam qebûl kiriye, çawa bûne misilman û mijarên sosyolojîk jî di pirtûkê de cih digirin.

Û pirtûk bi kedeke mezin hatiye nivîsîn.

Pirtûka ku nivîskar Dr. Deham Îbrahîm Hesinî nivîsiye eleqeyeke mezin dibîne.

Pirtûka Hesinî heta niha ji xeynî Kurdî, bi Tirkî û Erebî jî hat çapkirin.

Dr. Deham Îbrahîm Hesinî ji bo armanca nivîsandina vê pirtûkê dibêje: “Divê em bizanin ku ji Kurdan jî gelek sehabeyên pêxemberê me hene.”

Ji xeynî vê pirtûkê 12 pirtûkên din ên Dr. Hesinî hene ku her yek ji wan jî warê xwe de berhemên giranbiha ne.

Derheqê kar û barên îlmî de Dr. Deham Îbrahîm Hesînî alimên herêmê destnîşankirin.

Hesinî got “Alimên ku ji devera Cizîrê derketine, ronahî dane her derê cîhanê. Alimên mezin ji Diyarbekir, Mêrdîn, Nisêbînê derketine. Em pirtûkên wan aliman dixwînin û ji wan sûd werdigrin.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE