Jiyana Şehîd Fethi Sekin tê ser ekranên TRT Kurdiyê

2 sal berê li edliyeya îzmîrê, di êrîşa terorî de şehîd ketibûn. şehîd di 2yemîn salvegera bûyerê de hatin bibîranîn.

Polîs Fethî Sekîn û Mubaşîr Musa Can… 2 sal berê li edliyeya îzmîrê, di êrîşa terorî de şehîd ketibûn. şehîd di 2yemîn salvegera bûyerê de hatin bibîranîn.

ji ser bûyerê sal derbas bûn lê kuçikê ku sekîn xwedî lê derdiket, her tim tê ber edliyeyê û li cihê ku sekîn nobed digirt, disekine..

Di 5ê Çileya 2017an de li ber Edliyeya Îzmîrê, di êrîşa terorî de şehîd ketin.

Polîs Fethî Sekîn û mubaşîr Musa Can di 2. salvegera bûyerê de hatin bibîranîn.

Niha hevalê şehîd Îdrîs Yavuz li kuçikê bi navê Zeytîn ku Sekîn xwedî lê derdiket, dinêre.

Zeytîn ev 2 sal in xwarina xwe ji dest Yavuz dixwe.

Polîs İdris Yavuz: "Em bi Zeytîn re li deriyê C’yê, li ber bîrdariya Fethî Sekîn hevdû dibînin. Piranî em li vir tên ba hev.”

Zeytînê 12 salî her tim li ber deriyê ku Fethî Sekîn şehîd ketibû, disekine.

Berê jî çend hezkiriyên heywanan ên Îzmîrê, xwest wî xwedî bike, xwest li malê lê binerin. Lê mixabin Zeytînê xwest tenê li deriye C’yê edliyê bimîne.

Bulent Karagozê parêzer, bi xêra Sekîn ji teqînê birîndar xilas bû. Wî ew dem ji bîr nekirine û dibêje: Guleyê pirtûk qul kir, berê wê zîvirî û ji çenteyê min derket. Helbet bi xêra Fethî Sekînê qehreman ez ji mirinê filitîm.

Li dibistana Şehîd Polîs Fethî Sekîn a li Bayrakliyê, Fethî Sekînê nû mezin dibin

Serdozgerê Komarê yê Îzmîrê Omer Faruk Aydiner jî Sekîn bi minet bi bîr anî û got: Bi wêrekiya xwe pêşiya êrîşa terorî girt. Ne ew ba, em ê rastî bobelateke mezin bihatanea Bi xêra wî em ji wê bobelatê xilas bûn.

Bi helwesta xwe ya li dijî terorîstan, Fethî Sekîn ji bo nifşê nû jî wê bibe mînak. Belgefîlma ku li ser jiyana wî hatî amadekirin di salvegera şehîdbûna wî de îro saet 18.30an de tê ser ekranên TRT Kurdiyê…

Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 13:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE