Jiyana xaziyekî 15ê Tîrmehê

Xaziyê hewla derbeyê bi perçeyê guleya xayinan dijî

Jiyana xaziyekî 15ê Tîrmehê

Di hewla derbeya 15ê tîrmehê de gelek welatî û hêzên ewlekariyê birîndar bûn. Yek ji wan birîndaran jî komîser murat ellibeş e. Muratê gazî niha bi parçeyê guleya xayînên fetö’yê dijî.

Xayînên FETÖ’yî di 15ê Tîrmeha 2016an de xwestin welêt dagir bikin.

Lê gelek hêzên ewlekariyê û welatî li dijî hewlê li ber xwe dan.

Di hewla xayîn de gelek kes birîndar bûn.

Yek ji wan kesan jî Murat Ellibeş e.

Komîser Ellibeş di şeva derbeyê de li Stenbolê peywirdar bû.

Ji ber ber guleya xayînan birîndar bû û ji mirinê filitî.

Niha di nav bedena komîserê xazî de parçeyekî guleya derbekaran heye.

“Ez piştî emeliyatê hinek baş bûm. Tedawiya min nêzî 8 mehan dewam kir. Ez li pey emeliyata ewil emeliyateke din jî bûm. Di kontrolan de derket ku di nav bedena min de perçeyekî guleya derbekaran heye. Hê jî bedena min ji ber parçeyê diêşe.”

Ellibeş got, “Ez bi xêra xîreta gelê Tirkiyê dijîm.”

“Ez bi xêra gelê me yê ezîz niha dijîm. Gelê me guh da banga berxwedanê û derket kolanan. Ger ku sivîlan bertek nîşanî hewlê neda, ez ê li cihê peywira xwe bihatama kuştin. Ez ji hemû gelê me re spas dikim. Lê em her tim dizanin ku dibe em di dema pewyirê de şehîd bikevin.”

Gaziyê 15ê Tîrmehê dibêje ku heta fedakarên Tirkiyê yên wekî min hebin tu kes wê nikaribe welatê me dagir bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE