Jîna di nav bermayiyên Keleha Keçîvanê da

Gundiyên li gundê Tunçkayayê salên dûr û dirêj e ji ber ku dereke asê ye jiyana xwe di nava bermayiyên Keleha Keçîvanê ya dîrokî da derbas dikin.

Jîna di nav bermayiyên Keleha Keçîvanê da

Gundiyên li gundê Tunçkayayê ji deriyê Keleha Keçîvanê ya li Qaqizmana navçeya Qersê ra derbasî war û wargehên xwe dibin.

Gundiyên li gundê Tunçkayayê salên dûr û dirêj e ji ber ku dereke asê ye jiyana xwe di nava bermayiyên Keleha Keçîvanê ya dîrokî da derbas dikin.

Kesên li gund dimînin tenê dikarin ji deriyê kelehê ra derbasî gund bibin. Li gund bermayiyên mizgeft û dêrê û hin avahiyên dîrokî hene.

Gundê ku lê 80 xane hene bala geştiyarên xwemalî û biyanî dikişîne.

Hîndekarê Zanîngeha Kafkasê Doç. Dr. Muhammet Arslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku keleh 34 kîlomêtro li rojavayê bakurê Qaqizmanê, li bintara çiyayê Eledaxê, li kêleka Çemê Erezê û li gundê Tunçkayayê ye.

Arslan destnîşan kir baş nayê zanîn ku keleh çi çaxê hatiye avakirin û wiha got, "Li gor agahiyên çavkaniyên nûjen em dikarin bibêjin ku di dema Romayê da çêbûye. Di vê demê da weke Keleha Artagerîayê tê binavkirin. Keleha Keçîvanê bi taybetî di dema Ebasiyan da di destê xelîfeyê Ebasiyan Ebu Cefer Mustansir Bîllah El-Mensur Bîn Zahir da bûye û di pey ra di dema Moxolan da ji hêla Hulagu Xan va hatiye xerakirin û kesên di kelehê da hatine qetilkirin."

Doç. Dr. Muhammet Arslan diyar kir keleh gelek caran hatiye xerakirin û wiha axivî, "Keleh di dema Qanûnî Siltan Silêman da sala 1554an dema Sefera Nexçivanê bi destê Lala Mistefa Paşa hatiye fetihkirin û ketiye destê Osmaniyan."

Arslan destnîşan kir Ewliya Çelebî jî behsa Keleha Keçîvanê dike û wiha got, "Ewliya Çelebî di gera xwe ya di 1640î da diçe kelehê û weke 'Geçkovan' û 'Keleha Dudmanê' behs dike. 'Dudman' di zimanê Osmanî da tê wateya xanedan, malbat û eşîrê. Îhtimaleke mezin gotina Geçkovanê heya roja îroyîn weke Geçîvan û Keçîvanê guheriye û wisa maye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE