Konservatuvara zanîngeha Çukurovayê îsal ji ber şewba koronayê, festîvala pîyanoyê li ser înternetê saz kir. Di beşa “berhema serbest” de keçika gewerî ya 9 salî Jînda Kesîcî xelat girt. Malbat bi keçika xwe serbilind e.
Jînda Kesîcî ji 6 saliya xwe û vir ve piyanoyê lê dide.
Malbata wê xwestiye keçik hînî tembûrê bibe.
Lê wê berê xwe daye piyanoyê, xwe gelekî bi pêş de biriye û ew niha xelatan distîne.
Dayika wê gava Jindayê piyano lê daye vîdeoyek kişandiye û li ser medyaya civakî belav kiriye.
Rêvebirên Konservatuvara Zanîngeha Çukurovayê vîdeo dîtiye û xwestiye Jînda tevlî festîvalê bibe.
Îsal ji ber koronayê 2yemîn Festîvala Navneteweyî ya Piyanoyê Rapsody bi awayekî onlîne hat lidarxistin.
Jîndayê di festîvalê de xelat wergirt.