Kabîne wê bicive

Serok Erdoğan wê serokatiya civînê bike

Kabîne wê bicive

Îro wê civîna kabîneyê were lidarxistin. Rojeva kabîneyê geşedanên li Sûriyeyê operasyona muhtemel a li rojhilatê firatê, herêma ewle û îdlib e. Di civîna Beştepeyê de wê bi taybetî geşedanên piştî dewriyeya hevpar a bi Emerîkayê re werin axaftin.

Kabîne wê bi serokatiya Serokkomar Erdoğan li Beştepeyê bicive.

Rojeva sereke ya civînê Sûriye ye.

Mijarên wek operasyona muhtemel a li rojhilatê Firatê û herêma ewle wê werin axaftin.Beriyê Serok Erdogan ragihand ku di nav çend hefteyan de dê bi awayekî û teqez çareseriyekê bibînin.

Leşkerên Tirkiye û Emerîkayê, li Rojhilatê Firatê dewriyeya xwe ya hevpar a ewil pêk anîn.

Piştî peymana bi Emerîkayê re dê di civîna Kabîneyê de xebatên li eraziyê bên axaftin.

Heke bendewariyên li ser herêma ewle neyên cih, dê li ser nexşerêya nû bê axivîn.

Serokkomar Erdoğan: Heke heta dawiya meha Îlonê, li Rojhilatê Firatê em bi leşkerên xwe re herêma ewle ava nekin, emê li çareya serê xwe binêrin. Ji xwe wê çareyeke me ya din jî nemîne.

Drama li Îdlibê û mijara penaberan jî dê ji mijarên Civîna Kabîneyê bin.

Ji bo peymana Îdlibê bê parastin jî dê dîplomasî bê meşandin.

Û Belgeya Stratejiyê ya Reforma Darazê..

Besteka ewil a reformê, dê di meha pêş me de biçe ber meclisê.

Di Civîna Kabîneyê de wê li ser xebatên Wezareta Edaletê jî nirxandinên berfireh bên kirin.

Dîroka nûkirinê: 10 îlon 2019, 16:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE