Kabîneya Serokkomariyê wê sibê bicive

 Kabîneya Serokkomariyê sibê wê bi serokatiya Serok Erdogan bicive.

Kabîneya Serokkomariyê wê sibê bicive

 Kabîneya Serokkomariyê sibê wê bi serokatiya Serok Recep Tayyîp Erdogan bicive.

Di civînê da tevdîrên ji bo Kovîd-19ê tên dîtin di serî da mijarên girîng ên rojevê wê bên axaftin.

Tê texmînkirin Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristiyê di civînê da wê pêşkeşiyekê bike û der barê xebatên aşîkirinê, hejmara pêketiyan û aşiya xwemalî da biaxive.

Di civînê da behsa tevdîrên sînordarkirinê jî wê bê kirin.

Sînordarkirina derketina derva ya roja yekşemê bila bê betalkirin an na, ji bo rewşa normalbûnê gavên nû divê bên avêtin an na ew ê jî bên axaftin.

Ji bo qada turîzmê pêşva here seferên balafiran ên ji Rûsyayê ji 22yê hezîranê pê va divê bên destpêkirin jî wê bibe mijareke din.

Nurî Ersoyê Wezîrê Çand û Turîzmê jî wê pêşkeşiyekê bike, mijara piştgiriya KDVyê ya ji bo turîzmê dihat dayîn bê dirêjkirin jî wê bê axaftin.

Piştgiriya aboriyê ya ji bo xebatkar û kargehan dihat dayîn jî wê di civînê da bê axaftin.

Hulusî Akarê Wezîrê Parastina Neteweyî jî wê der barê operasyonên li hundirê welêt û dervayê welêt dijî rêxistinên terorê tên kirin da wê agahiyan bide.

Mijarên ewlehî û polîtîkaya derva, geşedanên dîplomatîk, Civîna NATOyê, ziyareta Serok Erdogan ya Azerbeycanê jî wê di civînê da bên axaftin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE