Şaredariya Bajarê Mezin a Entabê, bi navê bextewar kafe cihek vekir. di kafeyê de kesên bi sendroma downê dixebitin. şaredarî bi vî awayî dixwaze xwedî li wan derdikeve û ew jî tevlî civakê bibin.
Navê virê Bextewar kafe ye.
Serokatiya Daîreya Astengdaran a Şaredariya Dîlokê ji bo ku astengdar û kesên bi sendroma downê bixebitin û tevlî civakê bibin projeyeke mînak da destpêkirin.
Di çarçoveya projeyê de Kafeya Bextewaran hat vekirin. Di vê kafeyê de civanên bi sendroma downê û astengdar dixebitin.
Astengdar bi mişteriyan re eleqedar dibin û carna jî bi mûzîkê kêf dikin.
Xebatkarên kafeyê him tevlî civakê dibin him jî pere qezenc dikin.