Dayikên Diyarbekirê yên ji bo ewladên xwe ku bi xapandin revandine serê çiyê li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dest bi nobeta ewladên kiribûn, çalakiya xwe didomînin û hejmara malbatan jî her diçe zêde dibe.
Malbat HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji bo vê yekê jî di 3yê îlona 2019an da nobeta ewladan dan destpêkirin û nobeta wan di roja 829emîn da dewam dike.
Abdurrahman Bozanliyê 80 salî ku êdî kal e tevlî zavê xwe Agît Demir ji bo qîza xwe Hêlîna di sala 2013an da hê 12 salî bû û bi xapandin revandin serê çiyê, beşdarî nobeta Dayikên Diyarbekrê bûn.
Bozanliyê ku bi zehmetî dimeşe nekarî biaxive.
Demirê zavê Bozanli daxuyanî da rojnamegeran û ragihand 8 sal berê Hêlîna ku wê çaxê 12 salî bû hatiye revandin û wiha pê da çû: "Em lê geriyan û bi salan me jê tu xeber hilneda. Bila HDPyî zarokên me bînin. Em ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin."
AA