“Kalemêrê pirtûkhez”

Tevî temenê xwe yê 80 salî wextê xwe li pirtûkxaneyan derbas dike

“Kalemêrê pirtûkhez”

Li Ercişa Vanê zilamekî 80 salî heye ku tevî vî emrê xwe yê mezin wextê xwe bi pirtûkan re derbas dike. Mehmet Polatê pîremêr li şûna çayxane û li malê, li pirtûkxaneyê pirtûkan dixwîne.

Mehmet Polat 80 salî ye û li taxa Asbîsnaga Ercişê dijî.

Tevî temenê xwe yê mezin ew ji hemsalên xwe jêhatîtir e.

Lewra ne li malê ne jî li çayxaneyan digere.

Dergeha wî tenê pirtûkxane ne.

Ligel emrê xwe yê mezin bênavber pirtûkan dixwîne.

Bala wî herî zêde li ser dîrokê ye û hema hema hemû mijarên zanistî jî xwendine.

Polat berî wextê wek xwînerekî jêhatî gazî Enqereyê hatibû kirin û xelat wergirtibû.

Kalê Mehmet niha dixwaze temenê xwe li pirtûkxaneyan derbas bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE