Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin wiha got, "Binyada aboriya Tirkiyeyê saxlem e. Bira tukes bala xwe nede nûçe û livên spekulatîf. Tirkiye dê bihêztir bibe û dê vê pêvajoyê li dû xwe bihêle."
Kalin li ser hesabê xwe yê Twitterê der heqê geşedanên aboriyê da wiha got, "Wezareta Xezîne û Darayiyê, Bankeya Navendî, Dezgeha Verastkirin û Raçavkirina Bankegeriyê, Lijneya Piyaseya Sermayeyê û dezgehên me yên din ji bo îstiqrara fînansî gavên pêwîst davêjin. Binyada aboriya Tirkiyeyê saxlem e. Bira tukes bala xwe nede nûçe û livên spekulatîf. Tirkiye dê bihêztir bibe û dê vê pêvajoyê li dû xwe bihêle."