Kalin digel Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya DYAyê Bolton axivî

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin bi telefonê digel Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya DYAyê John Bolton axivî...

Kalin digel Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya DYAyê Bolton axivî

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin bi telefonê digel Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya DYAyê John Bolton axivî.

Li gorî daxuyaniya ji Berdevkiya Serokomariyê, di peywendiya telefonê ya di navbera Kalin Bulton de, mijarên weke pêşhatên li Sûriyeyê, avakirina herêma ewle, têkoşîna dijî terorê, têkiliyên dualî bazirganî digel DYAyê, pêşhatên dawîn ên li Libyayê hatin gotûbêjkirin.

Di peywendiyê de herwiha hûrgiliyên di peywendiya telefonî ya dawîn a di navbera Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê DYAyê de hatin axaftin.

Kalin di mijara bêyî derengmayîn, berrewackirina plana operasyona hevbeş a Tirkiye û DYAyê de ragihand ku amadekariyên aliyê Tirk qediyane.

Di peywendiyê de, mijarên weke xurtkirina gavên di warê pêkanîna Herêma Ewle li bakurê Sûriyeyê, parastina mitabeqatê li Îdlibê, temamkirina Komîsyona Destûrê hatin gotûbêjkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE