Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û James Jeffreyê Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê Amerîkayê civiyan.
Li gorî agahiyan hevdîtina Kalin û heyeta di serokatiya Jeffrey da li Kuliyeya Serokomariyê hat kirin û geşedanên dawîn yên meseleya Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.
Li gorî agahiyan di hevdîtinê da ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê hat destnîşankirin û li rojhilatê Feratê û tevahiya Sûriyeyê şerê dijî terorê, plana avakirina herêma ewle, bicîanîna nexşerêya Minbicê, di serî da DEAŞ û PKK/YPG/PYD şerê dijî hêzên terorê, parastina mitabqata Îdlibê, di çarçoveya parastina yekîtiya Sûriyeyê da çareseriya siyasî û avakirina Sûriyeyê hat gotûbêjkirin.
Di hevdîtina Kalin û Jeffrey da hat diyarkirin bi herêma ewle ya ku tê plankirin were çêkirin wê fikarên Tirkiyeyê yên ji bona ewlehiyê bên çareserkirin, herêm ji terorê bê paqijkirin û piştî muzakereyên heyetên teknîkî yên Tirkiye û Amerîkayê dê bigihêjin encamekê.
AA