Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin derbarê 13 welatiyên ku li herêma Herekata Pencik Qertel-2yê şehîd bûn da diyar kir ku PKKya rêxistina terorê êrîşên xwe yên li ser sivîlan didomîne, lê dinya li hember bê deng e û wiha dewam kir: "Ev bêdengî şirîkatiyeke sûcê şermdêr e, lê em ê bê deng nemînin."
Kalin li ser Twitterê peyama xwe bi Îngilizî parve kir û destnîşan kir ku PKKya rêxistina terorê li Garaya herêma Iraqê 13 sivîlên ku di şikeftekê da desteser kiribû, kuştin.
Kalin bal kişand ku PKKyê êrîşî hêzên ewlehiyê û sivîlan ên Tirkiye û Iraqê kir, li bakurê Sûriyeyê jî êrîşên terorê didomîne û wiha got, "Ev bêdengî şirîkatiyeke sûcê şermdêr e, lê em ê bê deng nemînin."
AA