Kalin: Me dev ji bernameya F35an bernedaye

"Me dev ji bernameya F35an bernedaye, karekî hêsan nîne ku Tirkiyeyê ji wê bernameyê derxînin. Em wisa bawer dikin ku dê taliyê ev qeyran bê çareserkirin"

Kalin: Me dev ji bernameya F35an bernedaye

 Berdevkê Serokomariyê Kalin got, "Em helbet destûrê nadin ku serî li rêyekê mijûlkirineke wekî li Minbicê, averêkirina hedefê û belavkirina bidin."

Kalin dema Civîna Kabîneya Serokomariyê bi serektiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê berdewam bû daxuyanî dan û bersiva pirsên rojnamevanan ên derbarê rojevê da.

Kalin got, "Em helbet destûrê nadin ku serî li rêyekê mijûlkirineke wekî li Minbicê, averêkirina hedefê û belavkirina bidin."

Kalin: "Civaka navneteweyî heke dixwaze ku berî pêleke koçê ya nû ya ji Îdlibê bigire divê teqez him di warê siyasî him di warê mirovî him jî di qadên fînansî da berpirsyariyên dikeve ser milên xwe bi cî bîne. Heke ne ne rast ku li bendê bimînin ku Tirkiye tena serê xwe vê berpirsyariyê hilde ser xwe ne jî bi heqaniyet e û ne jî helwesteke adil e."

Îbrahîm Kalin herwiha got, "Heke vir derengketinek çêbe, biguhere taktîkeke mijûlkirinê, 'herêma ewle' biguhere ku ji rêxistina terorê ra 10-20-30 kîlomêtro li bin sînor herêmeke ewle bê avakirin di vê mijara da heke gumakneke me ya herî biçûk çêbe helbet Komara Tirkiyeyê xwedî wê qabîliyet û derfetê ye ku bi awayekî fiîlî herêma ewle ava bike."

Kalin wiha pê de çû:

"Em nikarin ji agahiyên ku Amerîkayiyan dan derkevin rê û teyîd bikin ku sahe bi temamî ewledar bûye. Em mecbûr in ku vê ji ser çavkaniyên xwe teyîd bikin. Me dev ji bernameya F35an bernedaye, karekî hêsan nîne ku Tirkiyeyê ji wê bernameyê derxînin. Em wisa bawer dikin ku dê taliyê ev qeyran bê çareserkirin."

AA

Dîroka nûkirinê: 12 îlon 2019, 16:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE