Kampanyaya bexşa xwînê

Di çarçoveya kampanyayê de 50 unîte xwîn hat berhevkirin

Kampanyaya bexşa xwînê

Li Mûşê Heyva Sor Tirkiyeyê kampanyaya xwînê da destpêkirin. Her wiha odeya dermanfiroşan a herêma 44an jî piştgirî da kampanyayê. Di çarçoveya kampanyayê de 50 unîte xwîn hat berhevkirin.

Heyva Sor a Tirkiyeyê li Mûşê kampanyaya bexşa xwînê da destpêkirin.

Gelek sazî û dezgehan piştgirî dan kampanyayê. Yek ji wan jî Odeya Dermanfiroşan a Herêma 44an e.

Di çarçoveya kampanyayê de xebatkarên dermanfiroşan pêşî form dagirtin dûvre jî yek bi yek xwîna xwe dan.

Bi vî awayî ji bo nexweş û kesên hewcedar 50 unîte xwîn hat berhevkirin.

Herî dawî jî ji bo ku kesên xwîn didin ji ser xwe neçin peqlewe îkramî wan kirin.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE