Kampanyaya bexşa xwînê li seranserê welêt didome. Xwendekarên zanîngeha dîcleyê û endamên ‘doktorên li ser rûyê erdê’ xwîn dan hîva sor a tirkiyeyê.
Hîva Sor a Tirkiyê da xuyakirin ku ji ber zivistanê xwîna di destê saziyê de kêm bûye.
Piştî vê banga girîng welatiyan dest bi xwîndayinê kirin.
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê û endamên ‘Bijîşkên li Ser Rûyê Erdê’ piştgirî dan kampanyaya Hîva Sor a Tikiyeyê.
Li Nexweşxaneya Fakûlteya Zanîngeha Dîcleyê bernameya bexşandina xwînê hat lidarxistin.
Serbijîşkê Nexwexaneyên Fakûlteya Zanîngehê Alî Kemal Kadiroglu û gelek mamoste, hekîm û şagirt beşdar bûn.
Pêşî qeydên wan hatin kirin paşê ji bo nexweşan xwîn hat dayîn.
Li Diyarbekirê mehê hewcedarî bi 3 hezar û 500 unîte xwîn heye, lê belê Hîva Sor bi tenê 2 hezar û 500 unîte xwîn digire.