Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Agiriyê, kampanyaya danîna şitlên fêkiyan da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de 60 hezar dar hatin belavkirin.
Li Agiriyê, bi hevkariya Midûriyeta Çandinî û Daristanan û ya Îdareya Bajêr kampanyaya danîna şitlên fêkyan dest pê kir.
Midûriyetê ji bo li bajêr darên fêkiyan bên danîn 60 hezar şitil li welatî û cotkaran belav kirin.
Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî kampanyayê da û ji bo şitlan bigrin li hewşa avahiya îdareya taybet a bajêr ketin dorê.
Bi danîna van şitlan, tê xwestin ku li Agiriyê gihandina fêkiyan zêde bibe.