Kampanyaya “Di xwîna we de jiyan heye”

Xebatkarên tenduristiyê jî beşdarî kampanyayê bûn û xwîn dan Hîva Sor.

Kampanyaya “Di xwîna we de jiyan heye”

Di xebata li dijî vîrûsa koronayê de herî zêde bar li ser pişta xebatkarên tenduristiyê ye. tevî ku bi şev û roj dixebitin jî, wan dîsa jî, xwîn dan hîva sor.

ji ber ku meha Remezanê ye stokên xwînê yên Hîva Sor, li ber qedandinê ye.

Hîva Sor jî bi dîrûşma “Di xwîna we de jiyan heye” bangi welatiyan kir ku xwîn bidin.

Ligel welatiyan, li Meletiyê xebatkarên tenduristiyê jî tev li kampanyayê bûn.

“di rojên dijwar de me got dibe ku hewcedariya nexweşan bi xwînê hebe, bi vê hişmendiyê em hat vê derê. înşelle xwîna me ji nexweşan re bibe şîfa.”

Xebatkarên tenduristiyê di micadeleya li dijî şewbê de bênavber dixebitin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE