Kampanyaya “em hemû Meryem in”

UKEADê ji bo ku zilma li ser jinên Qudsî nîşanê dinyayê bide derket kampanyayekê...

Kampanyaya “em hemû Meryem in”

Ji bo piştgiriya jinên Qudsî bi sedan kes ji mizgefta Fatihê heya parka Saraçhaneyê meşiyan

Komeleya Navdewletî ya Lêkolîna Çand û Perwerdehiyê ya Qudsê ji bo ku dengê jinên qudsî bi dinyayê bide bihîstin kampanya daye destpêkirin. Lewra zilmeke mezin li ser jinên li qudsê heye. Di vê çarçoveyê de îro li stenbolê bi beşdariya 61 saziyên sivîl ji mizgefta fatihê heya parka saraçhaneyê meş hate lidarxistin.

Li gorî jinên din, Jiyan ji jinên li Quds û Filistînê re dijwartir e.

Lewra ew hem mal û koça xwe xweyî dikin hem jî ji bo welatê xwe mücadele dikin.

Komeleya Navdewletî ya Lêkolîna Çand û Perwerdehiyê ya Qudsê UKEADê ji bo ku dengê wan jinên Qudsî bi dinyayê bide bihîstin kampanya da destpêkirin.

Li Stenbolê 60 saziyên sivîl jî piştgrî da.

Serokê İHHê Bülent Yildirim : Gava Îsraîl vê meşê bibîne tirs dikeve dilê wê. Di meşe de ciwan hene. Pirraniya wan keç û jin in. Heke jin xwedî li dozekê derkevin, di dawiya wê de teqez serfirazî heye.

û bi sedan kes piştî nimêja înê ji mizgefta Fatihê heya parka Saraçhaneyê meşiyan.

Parlamenter û Serokê Koma Dostaniya Filistînê li Meclîsê HASAN TURAN: Quds tenê nîne. Em bi tu awayî dagirkirina Quds û derdora wê qebûl nakin. Heta ku dagiriya Qudsê xilas nebe, Quds azad nebe û nebe paytexta Dewleta Filistîna serbixwe têkoşîna me dê dewam bike.

Ji Rojhilata Navîn bigrin heta Amerikaya Latîn ji nêzî 50 welatan ji vê kampanyayê re piştgrî heye.

Di çarçoveya kampanyayê de heya 8ê Adara Roja Jinan dê çalakiyên cuda bêne kirin.

Herwiha di meha Nîsanê de jî wê konferansek bê sazkirin û tê de ji bo jinan dê platformeke piştevaniyê bê avakirin.

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2019, 09:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE