Kampanyaya firotina xaniyan

Kampanyaya ku wezaret jî piştgirîyê didê bi dawî dibe...

Kampanyaya firotina xaniyan

Şîrketên înşaetan bi 100 projeyî beşdarî kampanyayê bûn...

Kampanyaya bi navê “ji bo Tirkiyê dema qezencê ye” êdî bi dawî dibe. him bihayê xaniyan hat daxistin him jî rêjeya faîzê hat kêmkirin. bi saya vê, gelek kes bi rihetî ketin bin deynan û ji xwe re xanî kirîn. di çarçoveya kampanyayê de nêzî 100 proje hebûn. di encamê de 5 hezar xanî hatin firotin. xanî herî zêde li Stenbolê hatin firotin dûvre jî li Enqere û Îzmîrê

Bihayê firotina xaniyan ji sedî 10 kêm bû.

Rêjeya faîzê jî heta ji sedî 0 bêhnok 98an hat daxistin.

Encama kampanyaya “Ji bo Tirkiyê dema qezencê ye” ku ji aliyê wezareta hawirdor û Bajarvaniyê ve dihat destegkirin diyar bû.

Di kampanyayê de gelek şîrketên înşaetan jî cî girtin.

Alîkarê Midûrê Giştî yê NEF’ê Selçuk Çelik: Kampanyayê bi pêşengiya EMLAK KONUTê dest pê kir. Di destpêkê de li 5 bajaran 33 proje hebûn. Lê talep zêde bû. Gelek fîrma bi projeyên xwe beşdarî kampanyayê bûn. Di çarçoveya kampanyayê de niha nêzî 100 proje hene.

Di mehên 12 û 24an de ji sedî 15 îmkana dayîna navberê ya deynan hebû.

Ji sedî 60 deynê mayî jî hat taksîtkirin.

Di firotina xanîyan de şerta ji sedî 10 peşînat hebû.

Daxistina xerca tapuyê û KDVê jî di kampanyayê de bû avantajek.

Taybetiya herî mûhîm a kampanyayê ew bû yên ku pêşînata xwe bi dowîz û zêran dan ji ber ferqa kurê mexdûr nebûn.

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2018, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE