Li Êlihê, Midûriyeta Daristanan û ya Tenduristiyê ji bo hêşînbûna nava bajêr kampanyayek da destpêkirin. Di kampanyayê de ji bo her zarokekî ku nû ji dayik bibe dê şitleke darekê bê çandin.
Ji bo ku hawirdora Batmanê hêşîn bibe gelek xebat û kampanya tên kirin.
Yek ji wan kampanyayan jî bi hevkariya Midûriyeta Daristanan û ya Tenduristiyê tê lidarxistin.
Di kampanyayê de ji bo hemû zarokên ku nû ji dayik dibin dê dar bên danîn.
Bi vî awayî heya niha li ser navê her zarokekî nû zêdetirî 2 hezar dar hatine danîn.