Kampanyaya ji bo hewcedaran

Hewcedar dikarin li gorî dilê xwe ji xwe re cil û bergan bibin.

Kampanyaya ji bo hewcedaran

Li Batmanê bi hevkariya hin saziyên civakî, ji bo hewcedaran kampanyayeke balkêş tê meşandin. Di kampanyayê de him ji bo hewcedaran alîkariya cil û bergan tê kirin, him jî kesên ku bixwazin dikarin cil û bergên xwe yên zêde bînin û li vir bexşî hewcedaran bikin.

Li Batmanê bi hevkariya hin saziyên civakî, ji bo kes û malbatên hewcedar xebateke alîkariyê tê meşandin.

Di serî de Weqfa Malbatên Şehîd û Gaziyan; Platforma Pinpînik û Hezar Hêvî û Komeleya Xebatkarên Dermanfiroşiyê ji bo hevcedarên li bajêr alîkariya cil û bergan dikin.

Di çarçoveya kampanyayê de hewcedar dikarin biçin navenda alîkariyê û li wir li gorî dilê xwe ji xwe re cil û bergan bigirin.

Her wiha, kesên xwedanxêr jî ji bo teslîmî hewcedaran bibin, dikarin cil û bergên xwe yên zêde bexşî kampanyayê bikin

Kampanya wê heta 15 rojan dewam bike.

Dîroka nûkirinê: 24 Kanûn 2018, 12:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE