Kampanyaya ji bo heywanên bêxwedî

Di çarçoveya kampanyayê de xwendekaran ji bo heywanan koxik çêkirin

Kampanyaya ji bo heywanên bêxwedî

Li Bedlisê bi piştgiriya Federasyona Mafên Heywanan, xwendekarên zanîngeha erenê ji bo heywanên bêxwedî kampanyayek dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de xwendekaran ji bo heywanan koxik çêkirin û danîn kolanan.

Di vê zivistana djwar de heywanên bêxwedî yên li derve li ber sermayê dimînin.

Ji bo heywanên li der ve necemidin, li Bedlisê xwenderkarên Zanîngeha Erenê kampanyayek li dar xist.

Her wiha Federasyona Mafên Heywanan (HAYTAP)ê jî piştgirî da vê kampanyayê.

Ewil xwendekaran ji bo heywanên bêxwedî bi destê xwe yek bi yek koxik çêkirin.

Dûvre li wesayîtekê bar kirin û ji bo heywanan danîn kolanan.

Xwendekarên ku beşdarî kampanyayê bûne gotin, “Em dixwazin heya ji destê me bê em heywanên bêxwedî ji sermayê biparêzin.”

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE