Kampanyaya toki’yê

Ji bo kesên dixwazin deynê xwe bi temamî bidin, deynê wan dê ji sedî 22 bê daxistin...

Kampanyaya toki’yê

Ji bo deyndarên tokî’yê îro kampanyaya daxistina deynan dest pê dike. Serîlêdan wê heta 19ê nîsanê bên kirin. Kesên ku dixwazin deynê xwe bi temamî bidin ji bo wan deynên wan wê ji sedî 22 bê kêmkirin.

Serîlêdanên ji bo daxistina deynan a TOKÎ’yê dest pê kir.

Ji vê kampanyayê xwediyên 220 hezar avahî û kargehan wê sûd bigrin.

Kesên ku dixwazin deynê xwe bi temamî bidin, deynê wan wê ji sedî 22 bê daxistin.

Kesên deynê wan ên aîdat û emlakê nebin, kesên ku ji 12an zêdetir teksîdên wan mane wê bikaribin ji vê kampanyayê sûd bigrin.

Kesên ku nikarin hemûyê deynê xwe bidin jî wê bikaribin ji vê kampayayê sûd bigrin. Ji bo vê jî divê herî kêm ji sedî 25ê deynê xwe pêşin bidin.

Serîlêdan wê 19ê Nîsanê bi dawî bibin.

Dîroka nûkirinê: 21 Adar 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE