Şaxa Heyva Sor a Batmanê di çarçoveya kampanyaya xwe ya xwîndayînê de, îlahiyan bi xelkê dide guhdarîkirin.
Di stokên Şaxa Heyva Sor a Batmanê de xwîn kêm bû.
Ji ber vê jî kampanyayeke xwîndayînê hat lidarxistin.
Heyva Sor ji bo ku welatiyan teşwîqê xwîndayînê bike, îlahiyên bi Kurdî û Tirkî dide guhdarîkirin.
Îlahî jî ji aliyê xwendekarên Lîseya Îmam û Xetîban a Salih Günaydın ve tên gotin.
Xebatkarên Heyva Sor dibêjin ku dema îlahî hebin welatî zêdetir xwîna xwe didin.