Heyva sor li tevahiya Turkiyeyê kampanyaya xwîndayînê daye destpêkirin. Komeleyê li Siverekê jî kon vedan. Eleqeya welatiyan zêde bû û ketin dorê.
Ji ber vîrûsa koronayê li Turkiyeyê stoka xwînê kêm bûye.
Heyva Sor a Turkiyeyê bangeke lezgîn kir ku bila milet xwînê bide.
Li Siverekê jî welatî piştî fitarê hatin û li konên Heyva Sorê xwîn dan.
Eleqeya gelê nevçeyê zêde bû.
Wezîfedaran wek tevdîr welatî dor bi dor girtin hundir.