Piştgiriya ji bo kampanyaya xwîndayînê dewam dike. Li Mûşê, xebatkarên dilxwaz ên heyva sorê xwîn da. Jin ji bo piştgiriyê bangî her kesî dikin da ju ji xwîndayînê netirsin…
Li Mûşê jinên dilxwaz ên ku di Heyva Sor de kar dikin; ji bo ku pêşengiyê ji jinan re bikin, xwîn da.
Bi saya piştgiriya jinên Mûşî bi dehan nexweş wê tedawî bibin.
Bexşa xwînê, ji bo tendûristiyê jî gelek baş e. Lewre piştî xwîndayînê, xwîna di laşê mirov de xwe nû dike û paqij dibe.
Her wiha ev xwîna hazir jî di rewşên acîl û lezgîn de gelek nesaxan xilas dike.