Kampanyaya 'Yê ku derfeta wî heye bila deyne, yê ku hewcehiya wî heye bila hilde'

Li Şemdinliyê kampanyaya 'Yê ku derfeta wî heye bila deyne, yê ku hewcehiya wî heye bila hilde'

Kampanyaya  'Yê ku derfeta wî heye bila deyne, yê ku hewcehiya wî heye bila hilde'

Li Şemdinliya Hakkariyê bi dirûşmeya 'Yê ku derfeta wî heye bila deyne, yê ku hewcehiya wî heye bila hilde' ji bo hewcedaran kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyaya ku ji hêla Serokatiya Odeya Sinetkar û Esnafan tê birêvebirin da li bazara berhemên organîk ên şaredariyê stant hat avakirin.

Serokê Odeyê Muharrem Tekîn di daxuyaniya xwe da got ku ji ber şewba vîrusa koronayê dahata gelek mirovî nema û desttengasiyê dikşînin.

Tekîn diyar kir ku bi meha remezanê ra ji bo hewcedaran bi dirûşmeya "Yê ku derfeta wî heye bila deyne, yê ku hewcehiya wî heye bila hilde" kampanya dan destpêkirin û ev gotin: 

"Esnaf û welatiyên me yên ku derfeta wan heye melzemeyên xurek, cil û berg û hewcehiyên bingehîn dê deynin standa ku me ava kiriye. Hewcedar jî dê bi qasî hewcehiya xwe ji wir hildin. Em bangî her kesê ku derfeta wan heye dikin ku bila piştgiriyê bidin kampanyayê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE