Kamyoneta ketibû Çemê Botanê hat derxistin

Li Sêrtê kamyoneta ketibû Çemê Botanê piştî kêmkirina avê hat derxistin

Kamyoneta ketibû Çemê Botanê hat derxistin

 Li Sêrtê kamyoneta ketibû Çemê Botanê piştî kêmkirina avê hat derxistin.

Ekîbên Midûriyeta Rewşa Acil û Afatê ya Bajêr û yên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr ji bo derxistina kamyoneta li gundê Meydandereyê ya 15 kîlomêtre li dûrî bajêr tê nirxandin ku demeke dirêj di binê avê da bûye xebat dan destpêkirin.

Di vê çarçoveyê da deriyên bendavên Alkumrî û Kîrazlixê hatin girtin û av hat kêmkirin.

Ekîbên hatin dewsa bûyerê piştî lêkolînê bi wesayîtên kar va wesayîta di nav avê da derxistin.

Lêkolînê tê kirin da ku tesbît bikin gelo wesayîta reş a bi pîlaqeya 56 AZ 556 ya kê ye û çito ketiye avê.

Gundiyan di 1ê tîrmehê da dîtibûn ku li nêzî gund wesayîtek di binê avê da ye li ser vê haya cendirmeyan pê xistibûn lêbelê ji ber ku ava çêm zêde bû wesayît nehatibû derxistin.AA

Dîroka nûkirinê: 06 Tebax 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE