"Kaniyên Munzurê" bi xweşî û geşiyên xwe li benda turîstên xwemalî û biyanî ne

Midûriyeta Herêmê ya Parastina Berhemên Tebiî û Çandî ya Erziromê di sala 2001ê da Kaniyên Munzurê wekî qada parastî îlan kiribû. Kaniyên Munzurê her demsalê bi xweşikahiyên xwe ziyaretvanan şaş û metel dihêle.

"Kaniyên Munzurê" bi xweşî û geşiyên xwe li benda turîstên xwemalî û biyanî ne

 Kaniyên Munzurê yên li Ovacixa navçeya Tunceliyê piştî normalbûna bi kontrol a tevdîrên Kovîd-19ê ji ziyaretvanan eleqeyê dibîne.

Midûriyeta Herêmê ya Parastina Berhemên Tebiî û Çandî ya Erziromê di sala 2001ê da Kaniyên Munzurê wekî qada parastî îlan kiribû. Kaniyên Munzurê her demsalê bi xweşikahiyên xwe ziyaretvanan şaş û metel dihêle.

Kaniyên Munzurê yên li Ziyareta gundê Ovacixê bi xweşikahiyên tebiî û çandî va li herêmê di nav qadên turîzmê yên girîng da cî digre.

Her sal bi hezaran ziyaretvanên biyanî û xwecî tên dîtina Kaniyên Munzurê, piştî ku tevdîrên Kovîd-19ê hatin sistkirin û derbasî heyama normal a bi kontrol bûn hezkiriyên tebîetê, wênekêş û ziyaretvan tên herêmê.

Dîmenên xweşik ên herêmê

Ziyaretvanên di nav hefteyê da rojane tên herêmê, şirşirneg, gol, tebîet, kulîlkên rengîn ên li Kaniyên Munzurê dibînin û têra dilê xwe dema xwe derbas dikin.

Hin ziyaretvan jî li çiyayên ber serê Kaniyên Munzurê konê xwe datînin û kampê dikin, ji qerebalixiya bajêr dûr di nav tebîetê da çend rojan tetîlê dikin.

Kaniyên Munzurê bi jiyana kovî û beyanî, floraya nebatan a dewlemend, cureyên endemîk va Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê şên dike.

Kaniyên Munzurê havînê bi ava xwe ya sar va ziyaretvanan hênik dike. Li gor çîrokê şîrê di destê şivanê navê wî Munzur bûye rijiyaye erdê û Kaniya Munzurê wisa derketiye holê, ji ber vê gelê herêmê vê derê pîroz qebûl dike.

 "Ji çal kaniyî av tê û meriv heyrî dimîne"

Ji ziyaretvanan Ozlem Ozbeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew li Stenbolê rûdinê û 8 sal berê jî bo tetîlê hatibû Tunceliyê û wiha domand: "Ez li hemberî Kaniyên Munzurê matmayî mam. Ez dixwazim ku bila herkes were û vê xweşiyê bibîne. Ji çil kaniyî av tê û meriv heyrî dimîne. Ji her derê av diherike û ev tiştekî pir xweş e. Wisa tê ku ev der zêdetir divê bê nasandin lewra ji bilî kesên ji van deran e zêde kes nizane."

Ozbeyê destnîşan kir ku bajêr bi xwe jî gelek xweşiyên bêhempa li ser xwe dihewîne û got ku tehma ava Kaniyên Munzurê jî gelek xweş e.

Di berdewamiya axaftina xwe da Ozbeyê şewba Kovîd-19ê ya li çar aliyê dinyayê bi tesîr e bi bîr xist û ragihand ku li bajarê mezin milet di nav çar dîwaran da perîşan bû û wiha dewam kir:"Li Stenbolê qedexe tunebe jî ji ber tirsa Kovîd-19 wê bi me jî bigere em dernakevin. Lê ev der gelekî xweş e û li tu qadekê pirsgirêk tuneye. Li deverên qelebalixî tunebe jî tu dikarî bê rûpêçî bigerî. Kulma xwe tijî av bike û vexwe. Li her derê bêhna cetirî û gelek giyayên din heye û bêhna mirov derdikeve."

Şahîn Oztoprak jî got ku Ovacix navçeyeke bi hewa, ax û mirovên xwe cihekî gelekî xweş e û ji bo dîtinê vê derê ew ji Elezîzê hatine.

Ji şêniyên gund Hidir Gundogdu jî destnîşan kir ku Kaniyên Munzurê di nav cihên ku divê bên dîtin da cî digire û dengê ava wan bêhna mirov derdixe û dilê mirov rihet dike.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE