" Kanuniya keştiya sondajê li ser Behra Reş amadehiyên sondajê dike"

Wezîr Donmez wiha got, "Kanunî ji bo ku di Behra Reş da sondajê bike, amade dibe. Kule bûn yek, hindik ma bi rê keve."

" Kanuniya keştiya sondajê li ser Behra Reş amadehiyên sondajê dike"

Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez ragihand, Kanuniya keştiya sondajê ya sêyemîn a Tirkiyeyê ji bo ku sondajê bike li ser Behra Reş tê amadekirin.

Donmez li ser hesabê xwe yê Twitterê vîdeoyeke 46 xelekî parvekir û di vîdeoyê da dîmenên Keştiya Sondajê ya Kanunî heye.

Wezîr Donmez wiha got, "Kanunî ji bo ku di Behra Reş da sondajê bike, amade dibe. Kule bûn yek, hindik ma bi rê keve."

Keştiya sondajê ya Kanunî

Kanunî di serê salê beşdarî envantera TPAOyê bû û di 2012an da hat çêkirin. Dikare heta 3 hezar mêtreyî sondajê vede û weke keştiya sondajê ya behrê ya nifşa 6em jî tê zanîn. 

Keştî di 13ê cotmehê da ji Bendergeha Taşucuyê ya Mêrsînê bi rê ket û nîvendî bi 8 mil lez va di 19ê cotmehê da ji Tengava Stenbolê ra derbas bûbû û hatibû Bendergeha Haydarpaşayê.

Kanunî li Tirkiyeyê keştiya sondajê ya sêyem e. Di 13ê mijdarê bi beşdariya Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez va hatibû oxirkirin û di 14ê mijdarê da gihîştibû Bendergeha Fîlyosê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE