Kanyona Kîsecîkê: di germahiyê de derfta hênikbûnê

Kanyona ku raqima wê bi qasî 1000î ye, di germahî û kelekela Çukurovayê da derfeta hênikbûnê dide mirov.

Kanyona Kîsecîkê: di germahiyê de derfta hênikbûnê

Li navçeya Çamliyaylayê ya Mêrsînê, Kanyona Kîsecîkê ya ku bi xwezaya xwe ya hêşîn mirov hejmetkar dihêle, bi gera li ser kelekê ya di navbera du çiyayan va mirovan cezb û sermest dike.

Kanyona li Taxa Kîsecîkê ya li ser navçeya li qontarê Çiyayên Torosê, ji hêla gelê herêmê wekî "bihuşta çavpêneketî" tê binavkirin.

Mirov bi rêwîtiyeke dijwar ji çivên teng derbas dibe û wisa digihîje Kanyona Kîsecîkê. Meraqdarên werzişên xwezayê û yên wênegiriyê berê xwe didin vê derê.

Kanyona ku raqima wê bi qasî 1000î ye, di germahî û kelekela Çukurovayê da derfeta hênikbûnê dide mirov.

Li deverê her wisa gerên kelekê jî tên kirin û mirov bi van geran va qef û şeqîvên çavpêneketî dibîne.

"Atmosfereke pir cuda ye"

Sezer Çelîkê ji Stenbolê hatî,diyar kir ku wan navê kanyonê zehf bihîstiye.

Çelîk diyar kir ku wan li kêleka avê taştêya xwe xwar û wiha dewam kir, "Li vê derê gera li ser avê tê kirin ku dişibe Venedîkê. Mirov çawa lingê xwe dide ser kelekê, kelecaniyek bi mirov ra çêdibe. Atmosfereke pir cuda ye. Teqez divê mirov were dîtina vir."

Tarik Bozhan jî diyar kir, gava ew cara ewil hat dîtina kanyonê, wî kanyon zehf eciband û niha jî ew digel biraziyên xwe hat ziyareta kanyonê.

Mehmet Doganyigit jî bal kişand ku wî li ser medyaya civakî kanyon dît û wisa biryar da ku were dîtina deverê. Doganyigit diyar kir ku wî rojeke zehf xweş li kanyonê derbas kir.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE