Li Navçeya Ömerliya Mardinê pîşeyeke bi sedan salan heye ku hêj dewam dike. Li bajêr gihandina hespê rehvan karê malbatekê ye û hespên gihandî, difiroşin bajarên din ên Turkiyeyê.
Malbata Ağırman a li Ömerliyê ji mêj ve karê gihandina hespan dikin.
Malbat ji bo bo bez û pêşbaziyan hespan digihîne.
Hespên ku bi rêbaza rehvan tên gihandin bi meş û bezê cuda ne û tu caran kesên li ser xwe aciz nakin.
Malbata Ağırman vî karî zûde ye dike û ji bo wan gihandina hespan bûye evînek.
Hespên ku li ber destên wan tên gihandin ji bo bajarên din ên Turkiyeyê tên firotin.
Hespên rehvan bi taybetî ji bo pêşbaziyan tên amadekirin