Karê sifirfiroşan zêde bû

Ji ber ku zirarê nade tenduristiyê, xelk berê xwe dide firaqên baqir

Karê sifirfiroşan zêde bû

Li Gaziantepê firotina firaqên sifir(bakir) zêde bû. Ji ber ku sifir zirarê nade tendûristiya mirov, di rojên şewba koronayê de, welatiyan berê xwe da sûka sifirfiroşan.

Ji ber koronavîrûsê kafe, restoran û navendên danûstandinê yên mezin, hema hema vala ne, gelek sektoran ji şewbê zirar dît.

Lê di vê pêvajoyê de hin bazar jî geş bûn.

Yek ji van jî bazara sifiran yanî baqiran e.

Serokê Odeya Sifirfiroş û Sedefkaran a Gaziantepê Celal Açik: “Rayedaran gotibû; vîrûsa koronayê li ser sifiran 4 seat, li ser plastîk û pola jî 3-4 rojan dimîne. Li ser vê yekê sîparîşên me zêde bûn. Him li derwelêt him jî li Tirkiyê, însanan berê xwe da sifiran.”

Ji ber ku gelek sîparîş hene, li bazara sifiran a Gaziantepê kar û xebat zêde ye.

Rayedar ji bo ku zineatkar li gorî tevdîran tevbigerin, wan hişyar dikin.

Serokê Odeya Sifirfiroş û Sedefkaran a Gaziantepê Celal Açik: “Ez her tim ji esnafên me re jî dibêjim; divê em 3 tiştan bikin. Ji hev dûr bisekinin, maskeyên xwe bidin ber devê xwe û paqijiya xwe bikin. Ji xwe sîparîşên me zêde ne. Heke em tevdîrên xwe jî bigirin, bazara Entabê dê weke berê qerebalix be.”

Sûka Entabê ya 500 salî, di rojên karantînayê de, piştî çend salan cara ewil hatibû girtin.

Rayedar naxwazin sûk careke din bê girtin û bang li esnaf û mişteriyan dikin ku guh bidin tevdîran.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE