Li Mûşê ev 3 roj in berfa ku bênavber dibare ji bo hin welatiyan bû riya debarê. Kesên ku bi paqijkirina berfê îsara mala xwe dikin, tevî hemû zehmetî û talûkeyên wê ji sibê heta êvarê ser û banê malên xelkê paqij dikin.
Îş û karê wan bi pereyan paqijkirina berfê ye.
Bi taybetî jî dema berf zêde dibare, sezona wan dest pê dike.
Ev 3 roj in li Mûşê bênavber berf tê, ji bo wan jî wexta kar û xebatê ye.
Paqijvanên berfê, piştî ku tevdîrên xwe girtin, tevî berfmalên xwe derdikevin ser xaniyan û berfa li wir paqij dikin.
Yên ku vî karî dikin dibêjin; “Karê me, karekî talûke û zehmet e. Lêbelê ji bo debara xwe divê em vê bikin.”
Dîroka nûkirinê: 18 Çile 2019, 17:39