"Karantînaya 41 niştewarên 14 bajêran jî hat rakirin"

"Ji saet 15.00î pê va li 227 niştewarên 58 bajarên me karantîna heye"

"Karantînaya 41 niştewarên 14 bajêran jî hat rakirin"

Wezareta Karên Navxweyî ragihand, ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji saet 15.00î pê va li 227 niştewarên 58 bajaran karantîna heye, karantînaya 41 niştewarên 14 bajêran jî hat rakirin.

Li gor daxuyaniya ku ji wezaretê hat dayîn, ji ber şewba Kovîd-19ê li welêt di çarçoveya têkoşîna ku tê dayîn da lijneyên hifzisihhayê yên parêzgeh û navçeyan ji bo karantînaya ser niştewaran biryarê didin û ev biryar tên sepandin.

Di vê çarçoveyê da îro ji saet 15.00î pê va li 58 bajêran 3 navçe bi temamî, navenda 2 navçeyan, 6 belde, 85 tac, 115 gund û 16 mezra, bi temamî li 227 niştewarên ku nifûsa wan 251 hezar û 726 e, karantîna heye.

Ji aliyê din va karantînaya 41 niştewarên 14 bajêran jî hat rakirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE